• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Dibe Xelkê Resen Yê Kerkûkê Biryar Li Ser Çarenûsa Vê Bajarê Bide

Gulan Media October 18, 2012 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Dibe Xelkê Resen Yê Kerkûkê Biryar Li Ser Çarenûsa Vê Bajarê Bide
Evro Şewirmendê civata ewlekariya nîştimanî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nunerê taybetî yê Sekreterê NY yê li Îraqê Martîn Kubler û Berpirsê nivîsgeha NY yê li Îraqê û heyeteke bi pê re kir.

Di hevdîtineke de ku, Cîgirê Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê jî tê de beşdarbû, rewşa niha ya Îraqê û Deverê bi giştî û ya Deverên weqetandî jî hate nîqaşkirin.

Di vê derbarê re Kubler eşekere kir ku, NY hewl bo vê yekê dide daku, rewşa siyasiya Îraqê bibe xwedan vekirinekî û bi taybetî dixwazin kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de werin çareserkirin.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de behsa rewşa Kerkûkê jî hate kirin û hêvî xwestin ku, di dema hilbijartinên pêşiya me yên Parêzgehên Îraqê de li Kerkûkê de jî hilbijartin werin kirin.

Her di vê derbarê de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî ragihand ku, dibe tevahiya kêşeyên heyî yên li Îraqê de bi rêya diyalog û danûstandinê werin çareserkirin û destûra bingehîn ya Îraqê jî bingeha sereke ya her cure çareseriyekiye lê mêxabin dibînin ku, li Bexdayê de hinek alî di warê pratîkî de beruvajiya vê yekê tevdigerin û hewl box we pirçek kirin û şandina hêza leşkerî bo Deverên weqetandîne.

Bo nimûne pêkhateya Fermandariya Dîcleyê bêyî agehdarî û rezamendiya Parlementoyê û herwiha bêyî rezamendiya pêkhateyên civata Wezîran hatiye damezrandin û ev yek jî bi awayekî eşkere binpê kirina destûra bingehîn ya Îraqê ye.

Eger armanca wan ji damezrandin û şandina vê hêza han bo derdorê Kerkûkê parastina rewşa ewlekariya Deverê ye ya baş eve ku, ev hêza han bo parastina rewşa ewlekariya Bexdayê birê bikin daku, aramî û tenahiya Paytextê biparêzin jiber ku, heta niha di parastina ewlekariya Devera şîn de jî serkeftî nebûne.

Di derbarê rewşa paşrojê ya Kerkûkê de jî Şewirmendê civata elwekariya Netewî birêz Mesrûr Barzanî ragihand ku, di nava destûra bingehîn ya Îraqê de çareseriya baş bo meseleya Kerkûkê hatiye destnîşankirin lê hinek alî xwe ji vê çareseriya han wedişêrin û ev Heft sal derbas bûn heta niha di warê piratîkî de ti pêngavek bo cîhbicîh kirina madeya 140 nehatiye avêtin.

Birêz Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku, piştî normal kirina rewşa Kerkûkê bi tenê dibe xelkê resen yê vê Bajarê di derbarê çarenûs û paşeroja vê Bajarê de biryar bide.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de birêz Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, civata ewlekariya netewî amadeye bi her awayî hevkariya hêzên ewlekarî yên li Deverên weqetandî bike daku, bikaribin rewşa ewlekariya wan Deveran bi başî biparêzin û bi vê rengî jî pêdivî bi ti hêzeke din tuneye ku, ji wan Deveran re were şandin.
Top