‘Ger pêwîst bike ezê mişteşarê MİT’ê bişînim Îmraliyê’
Serokwezîr Erdogan dema ji Azerbeycanê vedigeriya, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Erdogan derbarê hevdîtinên ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de got: “MİT her demê dikare her tevgerê bike. Mesele ger sibe pêwîst bike biçe Îmraliyê, ezê ji mişteşarê MİT’ê re bêjim, tişta pêwîst bike.”
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan anî ziman ku ger hevdîtinên bi vî awayî encamê bigrin, divê ev hewldan wekî piştgiriya ji bo terorê neyên dîtin.
Rudaw
