• Monday, 09 February 2026
logo

Şandina petrola Herêma Kurdistanê kêm bûye

Gulan Media October 18, 2012 Nûçe
Şandina petrola Herêma Kurdistanê kêm bûye
Wezareta petrolê ya Iraqê ragihand ku di nava çend rojên borî de ji ber boriyên petrolê yên diçin Tirkiyê zerer dîtine, şandina petrola Herêma Kurdistanê kêm bûye.

Çavkaniyeke nêzî wezareta petrolê ya Iraqê ji Tora Medyayê ya Iraqê re ragihand: “Ji ber ku zerer gihiştiye boriyên petrolê yên Iraqê, para petrola Herêma Kurdistanê di rojekê de daketiya 80 hezar bermîlan. Di demek ku berê rojane 160-170 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê ji bo derve dihat şandin.”

Berpirsê wezareta petrolê bal kişand ser wê yekê ku bi çêkirina boriyên petrolê yên ji Herêma Kurdistanê diçin Tirkiyê ve mijûlin, ji bo carekî din petrolê wergirin û bişînin. Dibe ku di çend mehên bê de şandina petrola Herêma Kurdistanê ya di rojekê de bigihe 200 hezar bermîlan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê gulana îsal ji ber nedana pereyê kompaniyên li Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, şandina petrolê rawestandibû. Piştre jî despêka meha îlonê û piştî peymana ligel Bexdayê, şandina petrolê dest pê kiribû.

Rudaw
Top