• Monday, 09 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Deriyên Kurdistanê Bo Kompaniyên Şarîqe vekirîne

Gulan Media October 17, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Deriyên Kurdistanê Bo Kompaniyên Şarîqe vekirîne
Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke abûrî û bazirganî ya Mîr nişîna Şarîqe bi Serokatiya Serokê damezraveya ragihandin ya Şarîqeyê Şêx Soltan Bin Ehmed Elqasimî kir.

Di hevdîtineke de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de û herwiha çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han hate kirin û Serokê heyeta mêwan jî kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û ragihand ku, Mîr nişîna vî gelek dixwaze ku, peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di her warî de berfiretir û bihêztir bike.

Heyeta mêwan di berdewamiya axaftinên xwe de behsa destpê kirina geştên asmanî yên Elerebiye û beşdariya wan di pêşengeha 8an ya Hewlêrê de kir û ragihand ku, ev yek pêngaveke seretayiye bo danîna peyvendiyên bihêz û demdirêj di navbera her du aliyan de.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî kêfxweşiya xwe ya li hember vê serdana han diyar kir û hêvî xwest ku, ev serdana han bibe destpêkek bo peyvendiyên bihêz di navbera her du aliyan de û ragihand ku, deriyên Kurdistanê bo wan kompaniyên Şarîqeyê yên ku, dixwazin li Kurdistanê de kar bikin vekirîne û ev kompaniyên han dikarin fêde ji Kurdistanê bigirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de xwesteke Kurdistanê jî ya ji bo fêde wergirtin ji ezmûna Şarîqeyê diyar kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê amadeye ku, ji nêz ve bo bihêztir kirina peyvendiyên heyî di navbera her du aliyan de bi Konsulusê Şarîqeyê re bixebite.
Top