Hewlêr bû paytexta geştyarî ya welatên Ereb
Îro parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî di civîneke çapemeniyê de got: “Piştî ku Hewlêr ji aliyê wezareta tûrîzmê ya federal ve dawiya sala 2011an di nava bajarên din ên Iraqê de ji bo pêşbirka welatên erebî bi armanca bibe paytexta geştyarî ya welatên ereb hat desnîşankirin, duh (16.10.2012) li paytexta Misrê Qahîreyê ew hilbijartin hat kirin. Di nava bajarên weke, Tayîf, Beyrût û Şarîqe, Hewlêr wekî paytexta geştyarî ya welatên ereb a ji bo sala 2014an hat destnîşankirin. Şarîqe jî ji bo sala 2015an hat destnîşankirin.”
Pêşbirk ji aliyê mekteba tenfîzî ya wezareta turîzmê ya welatên ereb a ku ji 7 endam û nûnerê 22 welatên ereb pêktê ve hat sazkirin. Di pêşbirkê de filmekî dokumetnî ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li ser parêzgeha Hewlêrê hatibû amadekirin, hat pêşkêş kirin. Xalên ku ji bo bajarê bibe paytexta geştyarî ya welatên erebî hatine danîn, ligel Hewlêr hevdigirt ku bibe paytexa welatên ereb a geştyarî. Ji wan xalan jî, hebûna hêjmarek zêde ya otel û motelan, rewşa ewlekarî, rewşa hewayê, cihên dîrokî û başiya rê û banan bû.
Parêzgarê Hewlêrê Hadî got: “Emê li ser proje û bernameyên xwe yên ji bo başkirina tûrîzmê ya li Hewlêrê berdewam bin û emê hewl bidin ku zêdetir ber bi pêş ve bibin. Ji bo vê jî emê pişta xwe bi sektora taybet û bazara azad girê didin, ew jî li gor yasayê hilberînê ye.”
Rudaw
