• Monday, 09 February 2026
logo

Li Çelê şer: 4 leşker mirin

Gulan Media October 17, 2012 Nûçe
Li Çelê şer: 4 leşker mirin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgêr gerîlayên PKKê di heman saetê de êrişî du qereqolan kirin û di encamê de 4 leşker hatin kuştin.

Li gor Ajansa Cîhan a Tirkiyê bi hewan û çekên lûle dirêj di heman saetekê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî du qereqolan ji aliyê gerîlayên PKKê ve êriş pêkhatiye. Li gor agehdariyên despêkê 4 leşker hatine kuştin.

Şeva din di dema êrişa gerîlayan de wezîrê navxwe yê Tirkiyê Idrîs Naîm Şahîn diyar kiribû di heman saetê de li dijî 9 xalan êriş pêkhatiye, lê ti kes nehatiye kuştin an jî birîndar nebûne.

Çapemeniya Tirkiyê belav kir ku di encamê şer de 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî di nûçeyeke xwe de eşkere kir ku herî kêm 15 leşker hatine kuştin. Li aliyê din jî li navçeya Geverê ya Colemêrgê teqînek pêk hat û 2 zarok birîndar bûn. Di encama teqînê de zarokek bi giranî birîndar bû


Piştî êrişê li herêmê operasyonekî berfireh dest pê kir.

Rudaw
Top