Li Çelê şer: 4 leşker mirin
Li gor Ajansa Cîhan a Tirkiyê bi hewan û çekên lûle dirêj di heman saetekê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî du qereqolan ji aliyê gerîlayên PKKê ve êriş pêkhatiye. Li gor agehdariyên despêkê 4 leşker hatine kuştin.
Şeva din di dema êrişa gerîlayan de wezîrê navxwe yê Tirkiyê Idrîs Naîm Şahîn diyar kiribû di heman saetê de li dijî 9 xalan êriş pêkhatiye, lê ti kes nehatiye kuştin an jî birîndar nebûne.
Çapemeniya Tirkiyê belav kir ku di encamê şer de 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) jî di nûçeyeke xwe de eşkere kir ku herî kêm 15 leşker hatine kuştin. Li aliyê din jî li navçeya Geverê ya Colemêrgê teqînek pêk hat û 2 zarok birîndar bûn. Di encama teqînê de zarokek bi giranî birîndar bû
Piştî êrişê li herêmê operasyonekî berfireh dest pê kir.
Rudaw
