• Monday, 09 February 2026
logo

Sefîrê Berazîlî di seredana xwe de sitayişa avedanî û ewlehiya herêma kurdistanê kir

Gulan Media October 17, 2012 Nûçe
Sefîrê Berazîlî di seredana xwe de sitayişa avedanî û ewlehiya herêma kurdistanê kir
Duhî roja sêşemiyê 16.10.2012ê, piştî beşdarîkirinê di vekirina pêşangeha Hewlêrê a navdewletî de, Enwer Nihas sefîrê Berazîlê yê Îraqê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de, sefîrê berazîlî got ku ew yekem care serdana herêma Kurdistanê dike û got ku, rewşa herêma Kurdistanê, di ware avadankirin, emiyet û îstîqrarê de, cudahiyeke ber biçav digel deverên din yên Îraqê heye

Sefîrê berazîlê yê Îraqê behsa giringiya têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Berazîlê kir û got ku, hikûmeta berazîlî dixwaze têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê pêşbixe û bi rêya herêma Kurdistanê xwe bigihîne bazarên Îraqê û got:

- Weke pêngava yekem, hikûmeta berazîlî dixwaze konsulê fexrî li herêma Kurdistanê destnîşan bike û pişt re konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke. Îsal Berazîlê di pêşangeha nevdewleyî a Hewlêrê de beşdarî kir û ew dixwaze di salên bên de bi awayekî berfirehtir di pêşangehên Hewlêrê de beşdariyê bike.

Ji aliyê xwe ve Felah Mistefa berprisê têkeliyênderve ew pêngava hikûmeta Berazîlê a danan konsulê fexrî li herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku, hebûn nûneratiyan pirsên serekî ne bo zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û welatên biyanî de.
Top