• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Swêd li Iraqê kir

Gulan Media October 17, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê nû yê Swêd li Iraqê kir
Îro çarşem 17/10/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Yorgin Lendestirom Balyozê nû yê Swêd li Iraq û xanim Luîs Kalê‌ Berpirsa Nivîsîngeha Balyozxaneya wî welatî li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahiya li dest bi karbûnê li birêz Yorgin Lendestirom ya wekî Balyozê welatê xwe li Iraq kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û amadehiya Herêma Kurdistanê jî li ser xistina erkê wî de derbirî.

Balyozê Swêd li Iraq spasî vê helwesta Serok Barzanî kir û balkişand li ser wê yekê ku welatê Swêd xwazyare pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bibe û pîrozbahiyê jî ji rêzdar kir ku li van şeş salên derbasbûyî de Herêma Kurdistanê kariye karên gelek baş encam bide ku birastî balê dikşînin û ragihand ku ew berî şeş salan li Balyozxaneya Swêd li Bexda kar kiriye û li wê demê de çend car serdana Herêma Kurdistanê kiriye, lê belê piştî derbasbûna şeş salan hest bi cûdahiyeke mezin dike, bi taybetî li ruyê avadanî û xweşguzeraniyê ve.
Top