Mesrûr Barzanî Û Konsulusê Berazîliyayê Rewşa Îraqê Nirxandin
Di destpêka hevdîtinê de birêz Mesrûr Barzanî bixêr hatina Konsulusê Berazîliyayê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa niha ya Îraqê û pêşkeftinên heyî yên li Deverê jî hatin nîqaşkirin û her du alî li ser piştgîrî kirin ji daxwazên reva yên Gelên Deverê jî hemfikir bûn û diyar kirin ku, zal kirina û cîhbicîh kirina pîwerên demokrasî li Deverê de rêya herî baş, aştiyane û serdemiyane bo çareser kirina kêşeyên heyiye.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Konsulusê Berazîliyayê kêfxweşiya xwe jî li hember rewşa aram ya Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, aramiya Kurdistanê bûye bingeheke sereke bo tevahiya pêşkeftinên din û gerentiyeke bihêz jî bo paşerojeke baş û geşe.
Çavkanî eşkere kir ku, Berazîliya hewl dide daku, bi rêya Kurdistanê ve hewl dide hîn zêdetir beşdariya karûbarên curbicur yên li Îraqê de bike.
Konsulusê Berazîliyayê diyar kir ku, vê behsa rewşa aram ya Kurdistanê ji Hikûmeta xwe û kompaniyên welatê xwe re bike daku, ew jî beşdariyeke baştir di pêvajoya awedan kirina Kurdistanê de bikin.
Konsulusê Berazîliyayê di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku, weke yekemîn pêngav bo bihêztir kirina peyvendiyan ev hewl didin daku, Konsulusxaneya xwe ya fexrî li Kurdistanê de dabimezrînin.
Di dawiya vê hevdîtina han de her du alî tekez li ser bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Berazîliyayê di her werî de kirin.
Kurdistantv
