• Monday, 09 February 2026
logo

Skotlenda Bo Serbixweyiya Xwe Refrandom Dike

Gulan Media October 16, 2012 Nûçe
Skotlenda Bo Serbixweyiya Xwe Refrandom Dike
Hate zanîn ku, her yek ji Serokwezîrê Berîtaniyayê û Serokê netewî yê Skotlendayê di navbera xwe de peymanek gelek girîng îmze kirine û li gorî vê peymana han her du alî lihev hatine daku, di sala 2014an de Gelê Skotlendayê biryar li ser serbixweyiya xwe bide.

Her çend Serokwezîrê Berîtaniyayê naxwaze Skotlend ji Berîtaniyayê cuda bibe lê ev yek qebûl kiriye daku, Gelê Skotlendayê bo xwe biryar li ser çarenûsa xwe bide.

Hêjayê gotênêye ku, Skotlend û Berîtaniya di sala 1707an de yek girtine anjî xwe kirine yek.
Top