• Monday, 09 February 2026
logo

Wezîrê Pêşmerge Çû Kerkûkê Û Bi Parêzgar Re Civiya

Gulan Media October 16, 2012 Nûçe
Wezîrê Pêşmerge Çû Kerkûkê Û Bi Parêzgar Re Civiya
Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa serdana Bajarê Kerkûkê kir û ji aliyê Parêzgarê Kerkûkê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwaziyê civîneke hevbeş di navbera her du aliyan de hate organîzekirin û di civîna han de rewşa ewlekarî ya Kerkûkê û derdorê hate nîqaşkirin û Parêzgarê Kerkûkê jî spasiya hêzên Pêşmerge kir ku, karîne hertim bi hemahengiya dezgehên ewlekarî yên li vê Bajarê de rewşa ewlekarî ya vê Bajarê biparêzin.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Wezîrê Pêşmerge ev yek jî diyar kir ku, Wezaret biryar daye daku, ji niha û pêde Wezaret ev ciwanên Kerkûkî yên ku, dixwazin di nava akademiyên leşkerî de bixwînin werbigire.
Top