Geştên Asmanî Yên Di Navbera Hewlêr Û Şarqeyê De Destpê Dikin
Nunera Bazirganiya Hikûmeta Kurdistanê Şîlan Xaneqa di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, beriya niha jî bi mebesta bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îmaratê de giftûgoyên du alî hatibûn kirin û di encam de Îmarat biryara vê yekê da daku, di rojên pêşiya me de bo yekemîn car geştên asmanî yên xwe bo Hewlêrê bide destpêkirin.
