• Monday, 09 February 2026
logo

Li Amedê helîkopterek leşkerî ket: 1 mirî û 8 birîndar

Gulan Media October 11, 2012 Nûçe
Li Amedê helîkopterek leşkerî ket: 1 mirî û 8 birîndar
Li bejahiya navçeya Licê ya Amedê helîkoptera leşkerî ya artêşa Tirkiyê ket. Li gorî agahdariyan leşkerek miriye û 8 jî birîndar bûne.

Li nêzî Qereqola Abali ya di navbera navçeya Licê ya Amedê û Çewlikê de helîkopterek leşkerî ket. Hat diyarkirin ku helîkopter li herêma bi navê Tantepe ket. Li gorî agahehdariyan 3 murettab, bi giştî 14 leşkerên taybet hebûn. Di qezayê de leşkerek miriye, yek giran û bi giştî 8 leşker jî birîndar bûne.

Çapemeniya Tirkiyê jî belav kir ku helicopter ji bo veguhertina personelan diçe û dema vedigera, di rêde li têlên elektrîkê ket. Dema xwest ji neçariyê dane, bi erdê ket. Helicopter saet 12.00an ket.

Wezîrê çandinî û ajalvaniyê yê Tirkiyê Mehdî Eker derbarê helîkoptera ketî de axivî û got: “Leşkerek miriye û 3 jî birîndar bûne.”

Avestakurd
Top