Balefira rêwiyan a Suriyê bi F-16 daxistine Enqerê
Balefireke rêwiyan a Suriyê (A 320 Airbus), ku sefera navbera Şam û Moskovayê dikir, bi gumana, di kargoya balefirê de çek hene, dema di nav qada ezmanî a Tirkiyê de rê digirt, ji aliyê balefirên şer yên bi navê F-16 an, venandine balefirgeha Esenboga a Enqerê.
Li ser vê bûyerê, ji Wezareta Karên Derve yê Tirkiyê daxuyaniyek hat; "pêwîste ku balefirên sivîl barên xwe yên kargoyê ragihînin. Agahiyek kete destê me ku, di kargoya vê balefirê de, ne li gorî qaîdeyên hewayî a sivîl hin bar hene. Me jî biryar girt ku em vê balefirê daxînin û barê balefirê kontrol bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu jî, li ser bûyera balefir daxistina Enqereyê diyar kiriye ku, wana wê îstixbarata ku girtine, di kargoya balefirê de çek hene, eşkere nekirn.
Avestakurd
