• Monday, 09 February 2026
logo

Balefirên Tirkiyeyê Evro Dûbare Devera Qendîlê Bordiman Kirin

Gulan Media October 10, 2012 Nûçe
Balefirên Tirkiyeyê Evro Dûbare Devera Qendîlê Bordiman Kirin
Duh danê Êwarê careke din Balefirên şer yên Tirkiyeyê dest bi bordiman kirina çend Gundên derdora Qendîlê û Bajarokê Sengeserê kirin.

Li gorî zaniyariyên ku, ji aliyê Şîniyên Deverê ve hatine pêşkêş kirin evro danê Êwarê 4 Balefirên şer yên Tirkiyeyê bi qasî çend saetekî Gundên Sûredê, Sergênêl, Pird Memke û Aşqoke li Dola Şaroşê ya li Qendîlê û ser bi Bajarokê Sengeserê bordiman kirine.

Şîniyên Deverê eşkere kirin ku, heta niha jiber tirs û dûriya Deverê ti zaniyarî di derbarê zererên vê bordimanê de nehatine bidestxistin.
Top