• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraq kir

Gulan Media October 10, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraq kir
Duh çarşem 10/10/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Denys Gauer Balyozê Fransa li Iraq û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, rewşa penaberên Suriye li Wargeha(Kampa) Domîz û rewşa siyasiya Iraq û pêwendiyên Herêmê li gel Bexda û welatên cîran nirxandin û her du alî dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê wan mijaran xistin rû.

Balyozê Fransa li Iraqê behsa serdana xwe ya vê dawiyê ya Wargeha Domîz kir û ji bo wan alîkariyên ku pêşkêşî penaberên Suriye yên li wê wargehê hatiye kirin spasiya Serok Barzanî kir û ragihand ku welatê wan bi çavekî rêz ve temaşa wan alîkariyan dike û alîkarî jî li astekî gelek baş daye û Hikûmeta Herêmê jî xebateke baş ji bo baştirkirina rewşa penaberên vê wargehê kiriye û eve şerefekî mezine ji bo Herêma Kurdistanê ku wekî erkekî mirovî girîngiyê bi rewşa penaberan dide û hêvî jî xwest ku civaka navdewletî li asta daxwaz û pêdiviyên wan penaberan ve bê bi taybetî ku demsala zivistanê mijule nêzîk dibê.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku eve erkekî mirovî û neteweyiye û li vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu kêmasiyek nake û bi hemû şiyanek ve alîkariya penaberan dike.

Nirxandina pêwendiyên di navbera Herêm û Fransa ku mijareke dinê vê hevdîtinê bû, li vî warî de jî Serok Barzanî rola Fransa û wê piştevaniya dîrokiya gel û Hikûmeta Fransayê li pirsa Kurd û ezmuna îro ya Kurdistanê de bilind nirxand û hêviya pêşveçûna zêdetirê pêwendiyan xwast û hemû hêsankarî û piştevaniyekî Herêmê jî ji bo vê mebestê xisterû.
Top