DBK: Em dikarin xwe li rojava biparêzin, lê divê tiştên baştir bikin
Berdevkê DBKê Ehmed Silêman, Rêxistina BDP'ê ya Amedê ziyaret kir. Şand ji aliyê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ve hate pêşwazîkirin. Li ser navê şandê Ehmed Silêman anî ziman ku ew dixwazin rewşa kurdên sûriyeyê ji dost û hogirên xwe yên li Tirkiyeyê re vebêjin û ji bo vê yekê hatine Amedê. Silêman, anî ziman ku rewşa wan baş e, lê herêmên din bi fikar in û wiha got: "Em dikarin xwe biparêzin. Lê divê em tiştê hîn baştir bikin.” Silêman da zanîn ku rewşa herêma Federel a Kurdistanê baş e û wiha got: "Divê rewşa me ya Kurdistana Bakur hîn baştir be. Sînorê Sûriyê yê herî fireh bi Tirkiyeyê re ye. Divê ev yek li ber çavan bê girtin. Em hê jî di pêvajoya sazûmankariyê dene. Em Tirkiyeyê ji bo xwe wekî tehdît û gefan nabînin. Em dixwazin ku piştgiriyê bidin çareseriyê. Esad daxuyani da û got 'Min ew top neavêtine' û kesên ku van bûyeran pêk tînin dixwazin aloziyê derxin."
Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî anî ziman ku ew ji vê ziyaretê kêfxweş in û diyar kir ku êdî pêdiviya kurdan bi yekîtiyê û tifaqê heye.
Rudaw
