Arinç: Li dadgehê dê xwe parastin bi Kurdî be
Arınç, ferhanga Kurdî bi bîr xist û got ku: “Saziya zimanê Tirkî, ferhanga zimanê Kurdî amade dike.
Derbarê parastina bi Kurdî jî alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç nirxên xwe weha bi lêv kir û got: “Li gor min yê ku dixwaze parastina bi Kurdî bike him girtina îfadeya wî him jî dayîna tercüman tiştekî rast e. Ev ji aliyê birêz Serokwezîr û partiya me jî hat pejirandin.
Arinç da zanîn ku du rojên pêşde dê hin projeyasayên nû yên qanûnî were pejirandin û got: “Piştrê ji bo parastina Kurdî em ê astengiyeke din li piş xwe bihêlin. Qanûna nivîskî jî dê li gor vê be.”
Xendan
