• Monday, 09 February 2026
logo

Kuçeyên Kaniya Xezalan vala bûn!

Gulan Media October 4, 2012 Nûçe
Kuçeyên Kaniya Xezalan vala bûn!
Kuçeyên Navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, piştî teqîna ku duh bû sedema mirina 5 kesan, vala bûn.

Li Navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, piştî teqîna ku duh bû sedema mirina 5 kesan, bêdengiyek mezin balê dikşîne. Li deverên nêzî sînor in, kuçe bi tevahî vala bûn. Li navçeyê derabeyên dikanan girtî ne. Hate hînbûn ku gelek kesan koçî Rihayê an jî cem xizmên xwe yên li gundên nêzîk kirine. Hate diyarkirin ku kesên li malên xwe mane jî, bi tirsa ku dizî çêbibe newêrin ji navçeyê veqetin.

Li aliyê din Qeymeqamiyê bi nivîseke bang li welatiyên li Taxa Yenî Mahalle, Kuçeya Hudud û Kolana Ceylanpinarê kiriye da ku ji malên xwe veqetin. Di nivîsê de hate diyarkirin ku dewlet dê alîkariya ji bo kirê bide kesên koç dikin.

Rudaw
Top