• Monday, 09 February 2026
logo

Topên Tirkiyê bersiva Sûriyê dan

Gulan Media October 4, 2012 Nûçe
Topên Tirkiyê bersiva Sûriyê dan
Piştî topeke Sûriyê li navçeya Akçakala ya Rihayê ket, bi fermana Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, tankên Tirkiyê xaka Sûriyê topbarankir.

Duhî (3/10/2012) piştî topeke Sûriyê li navçeya Akçakala ya Rihayê (Bakurê Kurdistanê) ket û di encam de 4 jê zarok û jinek 5 kes mirin 13 kes jî birîndar bûn, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan ligel çend berpirsên Hikûmetê civiya, piştî civînê Civata Wezîran beyannameyek belavkir ku biryar hate dayîn bi heman şêwazî bersiva Sûriyê bê dayîn, lewma tankên Tirkiyê çend bargehên leşkerî ya Artêşa Sûriyê li Îdlibê topbaran kir.

Hêjayî gotinê ye, çapemeniya Sûriyê jî ragihand ku xaka Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate topbarankirin.

Avestakurd
Top