• Monday, 09 February 2026
logo

Li Wanê kaniya petrolê li benda vekirinê ye

Gulan Media October 4, 2012 Nûçe
Li Wanê kaniya petrolê li benda vekirinê ye
Di sala 1916'an de şîrketa Rûsî li gundê Kosotê yê Bêgira Wanê kaniyên petrolê kifş kirin û çûn. Lê 96 salin heta niha tu lêkolîn nehat kirin. Meclisa Giştî ya Bajêr rapor amade kir û xwest Rêveberiya Herêma Anatoluya Rojhilat a MTA'yê dest bi hewldanan bike.

Di sala 1916'an de şîrketa Rûsî li gundê Kosotê yê Bêgira Wanê kaniyên petrolê kifş kirin û çûn. Lê 96 salin heta niha tu lêkolîn nehat kirin. Meclisa Giştî ya Bajêr rapor amade kir û pêşkêşî rayedaran kir. Komisyona Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê li herêmê lêkolîn kirin û piştî lêkolînê raporek amade kirin. Komîsyona Meclîsa Giştî ya Bajêr, dê di rojên pêş de ji rayedaran re bişînin.

Piştî keyayê gundê Kosotê serî komîsyonê da, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê BDP'ê Oner Yîgît, Omer Abi, Ziya Elçi û endamê AKP'î Şarefettin Aladag û Nesim Solmaz çûn li herêmê lêkolîn kirin. Komîsyonê piştî lêkolînê serî li Rêveberiya Herêma Anatoluya Rojhilat a MTA'yê da û xwest lêkolîn bikin.

Rudaw
Top