Rejîma Sûriyayê Bombeyek Avête Orfayê 5 Kes Mirin
Di vê derbarê de Qaêmmoqamê Orfayê ragihand ku, ev bombeya han ji aliyê Rejîma Beşar Esed ve li Bajarê Tel Ebyad de hatiye teqandin û li navçeya Akçaqale ya li Orfayê de ketiye xarê û di encam de 5 welatî canê xwe ji dest dane û 13 welatiyên din jî birîndar bûne.
Her evro çavkaniyên nûçeyan yên Tirkiyeyê jî diyar kirin ku, Hikûmeta Tirkiyeyê jî bersifa vê topa han daye û çendîn Deverên Sûriyayê daye ber topan.
