Hikûmeta Kurdistanê civiya û çend biryarên giring wegiritin
Di destpêka civînê de, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, behsa serdana şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê bo herêma Volgapolska a polonoyayî kir û got ku ew serdan li ser daxwaza wê herêmê bû daku hikûmeta herêma Kurdistanê jî beşdariyê di konfrensa enerjiyê de bike. Cîgirê serokê hikûmetê got ku, şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê digel serok, cîgirê serok û berprisên herêma Volgapolska civiyan.
Civîna civata wezîrê hikûmeta Kurdistanê ew serdan bi serdaneke giring wesif kir û tekîd li ser giringiya pêşxistina têkeliyan digel herêm û wan welatên tecrûbeyeke zengîn di warên cihê de heye, kir. Civînê biryar da ku, mekanîzmek bo şopandin û baştirkirina têkeliyên herêma Kurdistanê bi derve re bê danan û ji bo vê armancê, civînê fermangeha têkeliyênderve û fermangeha koordînatoriyê û şopandinê a ser bi serokatiya civata wezîran ve raspardin ku kar li ser wê mekanîzmê bikin.
Di civînê de pilan û bernameya wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê hat nirxandin û piştî gotûbêjkirinê ji aliyê civînê ve hat pesind kirin. Û biryar hat da ku:
- Konseya bala a çandiniyê bê damezrandin daku, serperiştiya cîbicîkirina bername û stratejiya wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê bike.
- Pêkanîna komîteyeka şêwermendiyê ji şareza û pisporên taybetmend bo hevkarîkirina wezareta çandiyê
- Lez li yekalîkirina pirsgirêkên zevêiyan bê kirin
- Giringî bi berhemên xwemalî bê dan
Di pirsa pirojeyên xizmetgozarî de, civînê biryar da ku komîteyeke bi serokatiya cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê ji bo şopandina pirojeyan bê pêkanîn û ew pirojeyên biraya cîbicîkirina wanderketiya di nava du mehan de dest bi çêkirina wan pirojeyan bê kirin.
civînê biryar de ku nexweşxaneya 400 qerwêlî li Silêmaniyê 5 salan ji aliyê saziyeke taybet a pispor a cîhanî ve bê îdarekirin heta ku kadiroyên navxweyî ji bona birêvebirina wê bên amadekirin.
Di dawiya civînê de biryar hat dank u, bîranîns 25 saliya kîmiyabarana Helebce û enfalanbi awayekî berfireh û bi merasimên bijarte û bi beşdariya kesatiyên navdarên cîhanî bê pîroz kirin
