Serok Barzanî Bi Parlamenterên Kurd Yên AKPê Re Civiya
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji bo beşdarî 4. kongreya AKPê bibe, 29ê îlonê çû Tirkiyê û 30ê îlonê jî beşdarî kongreya AKPê bû. Serok Barzanî piştî beşdarî kirina kongreyê û civînên xwe bi hijmareke Rayedarên Tirkiyeyê re, li Enqere jî bi Parlementerên Kurd yên di nava refên AKPê re civiya.
Di vê civîna han de Parlementerê berê yê Erzirûmê Abdulîlah Firat, Cîgirê Serokê giştî yê AKPê ê berê Dengîr Mîr Mehemed Firat, Serokê berê yê Mezlûm Derê û Parlementerê AKPê yê Diyarbekirê Abdulrehman Kurd beşdarbûn û ev civîna han jî bi qasî saetekî dom kiriye.
Di vê civîna han de rewşa doza Kurd ya li Tirkiyeyê û herwiha çawetiya çareser kirina pirsa Kurd ya li vê welatî bi rêyên dostane hatiye nirxandin û Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî nêrînên xwe yên di vê derbarê de ji beşdarwanên civînê re rave kiriye.
Kurdistantv
