Erdogan bang li kurdan kir: Ne BDPê me hembêz bikin
Dixwazim ku birayên min ên kurd bêyî ku di bin bandora rêxistina terorê de bimînin, bifikirin. Di dîroka komarê de heta niha di kîjan serdemê de ji bo biratiyê evqas hewldan çêbûye? AK Partiyê li vî welatî dawî li polîtîkayên tune hesibandin û bişawtinê aniye. Weşana kurdî ya 24 saet, ji aliyê AK Partî ve hat destpêkirin. AK Partî dawî li Rewşa Awarte anî. Em ne partiyeke ku xebatên xwe dike minet û dide pêşiya birayên xwe yên kurd in. Em êdî li bendê ne ku birayên me yên kurd di vê serdema nû de gaveke bavêjin. Em li bendê ne ku bêjin êdî bes e û li hemberî terorê dengê xwe zêde bikin. Werin em van pirsgirêkan ne bi yên ku dibêjin qey dê bi hembêzkirina terorîstan çareser bikin re, bi yên ku we hembêz dikin re çareser bikin. Îra dîsa dûbare dikim. Dîsa jî dibêjim aştî, dîsa jî dibêjim biratî."
[11.25]
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di kongreyê de dest bi axaftinên xwe kir. Erdogan di despêka axaftinên xwe de xêrhatina mêvanan kir. Erdogan di axaftinên xwe de silav ji Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê re rêkir.
Xêrhatina serokê rêveberiya herêma Iraqê (Werger: Serokê Herêma Kurdistanê) Mesûd Barzanî, serokê Misrê Mihemed Mûrsî, serokê Hemasê Xalid Meşal, serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî kir.
Hêjayî gotinêye dema Erdogan diaxivî, gelek beşdarvanên kongreyê digiriyan.
[10.50]
Kongreya 4. ya AKPê bêyî wêneyê Mûstefa Kemal Ataturk dest pê kir û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hat salona kongreyê.
Berî kêliyekê 4. kongreya AKPê dest pê kir. Ji danê sibehê kesên beşdarî kongreyê dibin li salona kongreyê bi cih bûn.
Zêdetî 100 rojnamevan beşdarî kongreyê bûne, nûnerên dewletan jî beşdarî kongreyê dibin. Balkêşe ku di salona kongreyê de wêneyê Mûstefa Kemal Ataturk nîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di navbera serokwezîrê berê yê Almanya Gerhard Schröder û serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên cihê xwe girt.
Rudaw
