• Monday, 09 February 2026
logo

Erdogan bang li kurdan kir: Ne BDPê me hembêz bikin

Gulan Media September 30, 2012 Nûçe
Erdogan bang li kurdan kir: Ne BDPê me hembêz bikin
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di kongreya partiya xwe de behsa kêşeya kurdan jî kir. Bendewariyek hebû ku Erdogan di warê çareserkirina meselaya kurdî de gavek nû bavêje. Serokwezîrê Tirkiyeyê di beşa axaftina xwe ya li ser babetê ev bang kir: "Birayên min ên kurd! Rêxistina terorê, rêxistineke ku kurdan ji ruyê wê de bedêlên evqas giran dayî ye. Alîkarê Serokê Bajêr ê AK Partiyê tê kuştin, tê şehîdkirin. Li hemberî rêxistina terorê ya cudaxwaz, li herêmê tekane hêz AK Partî ye. Birayên min ên kurd, neviyên Selahedîn Eyyûbî ne, neviyên Îdrîsî Bîtlîsî ne, Feqiyê Teyran in, ne neviyên vana ne. Tu aliyeke hevpar ê taşeronan tuneye. Di navbera van kesên ku ciwanên kurd bi darê zorê dibin çiyan û birayên min ên kurd de, tu têkiliyek tuneye.



Dixwazim ku birayên min ên kurd bêyî ku di bin bandora rêxistina terorê de bimînin, bifikirin. Di dîroka komarê de heta niha di kîjan serdemê de ji bo biratiyê evqas hewldan çêbûye? AK Partiyê li vî welatî dawî li polîtîkayên tune hesibandin û bişawtinê aniye. Weşana kurdî ya 24 saet, ji aliyê AK Partî ve hat destpêkirin. AK Partî dawî li Rewşa Awarte anî. Em ne partiyeke ku xebatên xwe dike minet û dide pêşiya birayên xwe yên kurd in. Em êdî li bendê ne ku birayên me yên kurd di vê serdema nû de gaveke bavêjin. Em li bendê ne ku bêjin êdî bes e û li hemberî terorê dengê xwe zêde bikin. Werin em van pirsgirêkan ne bi yên ku dibêjin qey dê bi hembêzkirina terorîstan çareser bikin re, bi yên ku we hembêz dikin re çareser bikin. Îra dîsa dûbare dikim. Dîsa jî dibêjim aştî, dîsa jî dibêjim biratî."



[11.25]

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di kongreyê de dest bi axaftinên xwe kir. Erdogan di despêka axaftinên xwe de xêrhatina mêvanan kir. Erdogan di axaftinên xwe de silav ji Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê re rêkir.

Xêrhatina serokê rêveberiya herêma Iraqê (Werger: Serokê Herêma Kurdistanê) Mesûd Barzanî, serokê Misrê Mihemed Mûrsî, serokê Hemasê Xalid Meşal, serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî kir.

Hêjayî gotinêye dema Erdogan diaxivî, gelek beşdarvanên kongreyê digiriyan.

[10.50]

Kongreya 4. ya AKPê bêyî wêneyê Mûstefa Kemal Ataturk dest pê kir û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hat salona kongreyê.

Berî kêliyekê 4. kongreya AKPê dest pê kir. Ji danê sibehê kesên beşdarî kongreyê dibin li salona kongreyê bi cih bûn.

Zêdetî 100 rojnamevan beşdarî kongreyê bûne, nûnerên dewletan jî beşdarî kongreyê dibin. Balkêşe ku di salona kongreyê de wêneyê Mûstefa Kemal Ataturk nîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di navbera serokwezîrê berê yê Almanya Gerhard Schröder û serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên cihê xwe girt.


Rudaw
Top