• Monday, 09 February 2026
logo

Desteya Kurdî diçe Amedê

Gulan Media September 30, 2012 Nûçe
Desteya Kurdî diçe Amedê
Endamên Komîteya Derve ya Desteya Bilind a Kurd (DBK) duh bi Nûnerên BDP'ê yên Hewlerê re hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku dê di hefteya pêş de biçin Amedê û ziyaretan bikin.

Endamên Komîsyona Derve ya Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îsa Hasan, Salîh Gedo, Xerîb Hesen û Abdulkerim Omer duh bi nûnerên BDP'ê yên Hewlerê re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina Desteya Bilind a Kurd, Nûnerê BDP'ê yê Hewlerê Mehmet Ali Aydin, diyar kir ku wan heyet dawetî kongreya Mezin a BDP'ê ku di 14'ê Tîrmehê de pêk bê kirine û heyeta DBKê dê di nava hefteyê de biçe Amedê saziyên sivîl û BDP'a Amedê ziyaret bikin.

Rudaw
Top