• Monday, 09 February 2026
logo

Silêmanî: 19 haletên Kolêra hatiye tomar kirin

Gulan Media September 30, 2012 Nûçe
Silêmanî: 19 haletên Kolêra hatiye tomar kirin
Birêvebirê fermangeha tendirustiya Silêmanî aşkira kirk u rêjeya nexwşiya zikçûnê li bajarê Silêmaniyê zêde kiriye û heya niha 19 haletên gomankirî ku bi nexweşiya Kolêra ketine hatine tomar kirin.

Birêvebirê fermangeha tendirustiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed ji Xendanê re ragehand: Ev çend rojin li bajarê Silêmaniyê hejmara ku bi nexweşiya zikçûnê ketine ji 20 halet heya 30 haletî zêde kiriye, lewma tîma karmendên tendirustiyê li bajarê Silêmaniyê û bajarên din yên herêmê ketine rewşa amadebaşiyê.

Mihemed cext kir ku li Herêma kurdistanê bi mebesta li pêşiya vê nexweşiyê girtin bi taybet rêjeya Klorê li nav embarên ava malan bi rêya birêveberiya ava Silêmaniyê hatiye zêde kirin û tîmên çavdêriyê li nav bazaran û xwaringehan û rêsturantan hatine zêde kirin.

Hêjayî gotinê ye, nexweşiya Kolêra vedide û kesê bi vê nexweşiyê bikeve ji ber zikçûna pir berevaniya leş dadikeve û eger zû neyê çareserkirin, dibe sedema jiyan jidestdanê.

Xendan
Top