• Monday, 09 February 2026
logo

El Arabiya: Rejîma Sûriyê 2 pîlotên Tirk kuştine

Gulan Media September 30, 2012 Nûçe
El Arabiya: Rejîma Sûriyê 2 pîlotên Tirk kuştine
elevîzyona El Arabiya îdîa kir ku her 2 pîlot yên balefirên Tirkiyê ku ketibûn, xwe ji mirinê xilaskirine lê ji aliyê hêzên rejîma Esed ve dîl hatine girtin û paşê ew ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin.

Kanala El Arabiya di nûçeya xwe ya girîng û balkêş de diyarkir ku destnivîsên di navbera îstîxbarata Sûriyê de ketine destê wan û got ku "Her 2 pîlotên Tirk zindî ketine destê rejîma Sûriyê, paşê li ser pêşniyariya Rûsiyayê her du pîlot hatine kuştin.'

Her weha El Arabiya îdîa dike di van destenivîsan de rejîma Sûriyê PKK'ê weke gef li hemberî Tirkiyê bi kar tîne û dibêje "Li hemberî her gaveke Tirkiyê li dijî Sûriyê, Sûriyê xwedî wê şiyanê ye ku PKK'ê li ser sînorê Tirkiyê bike nava tevgerê."

Avestakurd
Top