• Monday, 09 February 2026
logo

‘Destpêkirina hevdîtinên ligel Ocalan pêngavekî giring e’

Gulan Media September 29, 2012 Nûçe
‘Destpêkirina hevdîtinên ligel Ocalan pêngavekî giring e’
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya daxuyaniya serokwezîrê Tirkiyê ya ji bo egera dest bi guftûgokirina ligel serokê PKKê Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo guftûgoyên aştiyane û çareseriyekî siyasî ya li Tirkiyê û nemana şiddet û gihiştina çareseriyê ji rojnameya Star a Tirkiyê re çend xalên giring ji bo hikûmeta Tirkiye û PKKê pêşniyar kir.

Rojnameya Star: Gelo çi rolekî Hewlêr di danûstandinên Osloyê de hebû?

Nêçîrvan Barzanî: Agehdariya me ji danûstandin û guftûgoyan hebû. Me timî ji bo çareseriya pirsgirêkan pêşwaziya gufûtogoyan kiriye. Me ji bo çareserî û rawestandina xwînê ya li Tirkiyê, me her piştgiriyek kir. Di vê çarçoveyê de em pêşwaziya daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ên derbarê amadebûna ji bo dest pê kirina guftûgoyên ligel Abdullah Ocalan dikin. Kurd li benda wê pêngava ku aştî dirûst bibe ye û gelê tirk jî bi heman awayî li bendê ne. Divê di navbera kurd û tirkan de heskirin zêdetir bibe ne xwîn rijandin. Gotinên Erdogan wê hewayekî destdayî ji bo rawestandina xwînê û kavilkariyê dirûst bike. Di vê demê de çaverêkirina gelê kurd jî tenê çareseriyekî aştiyane û siyasî ya pirsa kurd e. Ji bo vê armancê jî bi baweriya me ev pêngav dikarin bingehekî rasteqîne ji bo dirûstbûna aştiyên bikin. Ew pêngav jî evin; “Di encama gufûgoyan de çekdanîna PKKê, rawestandina hemû êrişên gerîla û artêşa tirk a li hemberî hev. Rawestandin pêngavên polîsan ên li ser çalakvanên sivîl yên ji bo yasayên sivîl li Tirkiyê kar dikin. Başkirina rewşa jiyana Abdullah Ocalan û dest pêkirina guftûgoyên ligel. Rawestandina kampaniyên siyasedmekarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya li dijî Tayîp Erdogan û AKPê. Çareserkirina pirsgirêka bi hezaran girtiyên li ser doza KCKê hatîn girtin û doz li wan hatî vekirin.

Eger guftûgo û danûstandinên nû bên kirin, wê çi rolekî Hewlêr hebe?

Nêçîrvan Barzanî: Ji bo çareseriyekî aştiyane em ji her rolgêranekê re amadene. Di warê biratî û cîrantiyê ve em ji tişta bikeve ser milê me re amadene. Bi baweriya me ew pirs pirsgirêkekî siyasiye, ne pirsgirêkek ewlekarî û leşkeriye. Ji bo wê yekê jî tenê bi rêya siyasî dikare çareser bibe. Êrişên niha PKK encam dide û herwiha êrişên bejayî yên artêşa Tirkiyê di nava xaka Tirkiyê de encam didin, êrişên esmanî yên firokeyên Tirkiyê yên di nava xaka Herêma Kurdistanê de ti sûdê wan ji bo bidawîkirina pirsgirêkan nîne. Belkî zererê digihîne encama diyalogên di çend salên borî de dewleta Tirkiyê ligel Ocalan û PKKê saz kiribû. Îro gelê kurd li Tirkiyê dixwaze pirsgirêk bi awayekî aştiyane bi dawî bibe. Kurd û tirk di nava Tirkiyê di nava hev de ne, kar û jiyana wan ligel heve, ger bingehekî aştiyane hebe û ew bi hevre jiyankirin di jiyana rojane ya kurd û tirkan de li Tirkiyê hebe, di destûra nû ya Tirkiyê de li ser bingehê mikurhatina li ser hev û mafên hev reng bide, wê pirsgirêk di bingeh de çareser bibe. Ev jî wê bibe destkeftekî din a ji bo serokwezîr, AKP, gelê kurd, tirk û her aliyekê. Em hêvîdarin ev kongreya nû ya AKPê rê veke û ji bo serokwezîr mikurhatina li ser tevayî taybetmendiyên kurdan û herwiha ji bo nehiştina hemû şiddetan bi diyalogê.

Rudaw
Top