• Monday, 09 February 2026
logo

Bazanî li Enqereyê ye

Gulan Media September 29, 2012 Nûçe
Bazanî li Enqereyê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo sibe tevlî 4. kongreya awarte ya AKPê bibe, gihişt Enqereyê.

Mesûd Barzanî ji bo tevlî kongreya AKPê bibe, îro piştî nîvro gihişt paytexta Tirkiyê Enqereyê. Barzanî ji balafirxaneya Esenboga derbazî otelê bû û wê sibe tevlî kongreya AKPê bibe.

Kongreya AKPê sibe tê lidarxistin, ji bilî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê Misrê Muhammed Mûrsî û serokwezîrê Elmanya yê berê Gerhard Schröder jî di nav de, ji derve qasî 100 nûnerên dewletan û siyasetmedar beşdar dibin.

Rudaw
Top