Bazanî li Enqereyê ye
Mesûd Barzanî ji bo tevlî kongreya AKPê bibe, îro piştî nîvro gihişt paytexta Tirkiyê Enqereyê. Barzanî ji balafirxaneya Esenboga derbazî otelê bû û wê sibe tevlî kongreya AKPê bibe.
Kongreya AKPê sibe tê lidarxistin, ji bilî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê Misrê Muhammed Mûrsî û serokwezîrê Elmanya yê berê Gerhard Schröder jî di nav de, ji derve qasî 100 nûnerên dewletan û siyasetmedar beşdar dibin.
Rudaw
