• Monday, 09 February 2026
logo

Dadger pirs kir: Karê te çi ye?

Gulan Media September 29, 2012 Nûçe
Dadger pirs kir: Karê te çi ye?
Generalê teqawit Çetîn Doganê ku di doza Başyozê de 20 sal ceza xwar, pirsa dadger a "Hûn çi karî dikin? wiha bersivand: Ez terorîst im.

Generalê girtî yê ku di doza Balyozê de 20 sal ceza xwar Çetîn Dogan, bi hinceta, "Komara Tirkiyê bi zanebûn biçûkxistiye", di derbarê wî de doz hate vekirin. General Çetîn, derkete pêşberî dadger û destpêkê nasnameya wî hate tesbît kirin. Dager dema ji Çetîn Dogan pirsî: Hûn çi karî dikin?

Dogan bersiveke balkêş da; got "ez terorîst im."

Generalê teqawit Çetîn Dogan, di doza Balyozê de wek bersucê yekemin a dozê di lîsteyê de cih digirt.


Avestakurd
Top