Îsmaîl Beşîkçî diçe Başûrê Kurdistanê
Civaknas Îsmaîl Beşîkçî, ku ji ber nêrîn û xebatên xwe yên zanyarî yên li ser pirsgirêka kurdî 17 salên jiyana xwe di girtîgehên Tirkiyeyê de derbas kir, di 10ê Cotmehê de ligel serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz, serdana Hewlêrê dike. Beşîkçî heta niha ji aliyê Herêma Kurdistanê 2-3 caran hatibû vexwendin. Lê Beşîkçî gotibû heta Kurdistan ava nebe yan jî Kurd yekîtiya xwe pêk neyînin, ewê neçe Kurdistanê. Lê piştî guherînên dûvedirêj Beşîkçî gihişte wê qenaetê ku Kurd êdî bi awayeke fiîlî dewlet in û yekîtiya xwe jî çêkirine. Her wiha yekîtiya ku li Rojavayê Kurdistanê di navbera Kurdan de pêk hat fikra Beşîkçî guhert. Ji ber vê yekê Beşîkçî biryar da ku berê xwe bide Herêma Federal a Kurdistanê.
Li gorî agahiyên ku Îsmaîl Beşîkçî û Îbrahîm Gurbuz dan Rûdawê, eger guhertinek çênebe wê bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokkomarê Iraqê Celal Talabanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, serokê Parlementoyê Erselan Bayîz û Wezîrê Çandê re jî hevdîtinan pêk bînin. Herwiha Beşîkçî wê biçe serdana Weqfa Mele Mistefa Barzanî jî. Beşîkçî û şandeya pê re ji bo ku li Başûr jî Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bê avakirin wê hevdîtinan pêk bînin.
Rudaw
