Li Xaneqîn û Dubizê 10 hezar xwendekarên kurd dîsa vegeriyan xwendina erebî
Bi baweriya Salim, niha ji nîvê rê vegerin xwendina erebî çêtir e, “ji ber ku çênabe amadeyî bi kurdî xilas bikin û dûre li zanîngeha Kerkûk yan Mûsilê bên wergirtin ku hemû xwendina wan bi erebî ye.” Salim mînaka bi dehan xwendekarên kurd e li navçeyên cihê nakokiyê. Piştî demekê xwendina bi zimanê kurdî, niha neçar in ku herin dibistanên erebî û bi zimanê erebî bixwînin.
Li gor destûra Iraqê zimanê kurdî û erebî wekî hevdu du zimanên fermî yên dewleta Iraqê ne, lê di pratîkê de ev di ti warî de li Iraqê nehatiye bicihkirin.
Rêveberê perwerdeya Xaneqînê, Husên Saye, dibêje eger kar wisa bimeşe, xwendekarên wan ên kurd namînin li dibistanê kurdî. Husên Saye qala girift û pirsgirêkên xwe ji Rûdawê re dike û dibêje: “Mamosteyên me yên kurdî nînin, Herêma Kurdistanê jî wekî pêwist mamosteyan ji me re naşînê, mamosteyên me jî rast e Kurd in, lê bi erebî xwendine. Niha pêdiviya me bi 100 mamosteyên kurd heye.”
Piştî proseya azadiya Iraqê, li Xaneqîn, Kerkûk, Dubiz, Şingal û çend deverên din hejmareke dibistanên kurdî hatin vekirin, destpêkê pêşwaziyeke germ li wan dibistanan hat kirin û bi qeflan xwendekarên kurd li wan vegeriyan, lê dûre pirsgirêkên ji vîn û daxwaza Kurdan û xwendina bi zimanê kurdî mezintir derketin.
Li qezaya Xaneqînê û derdora wê 385 dibistanên bingehîn û amadeyî hene. Herwiha 3 hezar mamoste lê hene ku 2000 ji wan ji aliyê Bexdayê hatine destnîşankirin. Husên Saye qala berî du salan dike, daku îro bi ronî nîşan bide: “Hejmara xwendekarên kurd 20 hezar bû, lê niha 10 hezar mane û dibe ku bibin 7 hezar jî.”
Li Dûbizê jî rewş xerab e
Rewşa xwendina kurdî li Dûbizê ji Xaneqînê xerabtir e, mamoste nikarin rê li ber şepêla terikandina dibistanên kurdî ji aliyê xwendekarên kurd ve bigirin. Yek ji reveberên perwerdeyê dibêje: “Her çiqasî em daxwaz jî bikin ku dibistanên erebî êdî xwendekarên dibistanên kurdî wernegirin, her diçin.” Serpereştiyarê xwendina kurdî li Perwerdeya Dûbizê, Qadir Sabir, ji Rûdawê re got: “Pirsgirêk ne tenê kêmbûna mamosteyên xwendina kurdî ye, beşekî din ji pirsgirêkê wernegirtina wan ji aliyê zanîngeh û enstîtuyên Herêma Kurdistanê ye.”
Li Dûbizê 12 dibistanên seretayî û amadeyî hene, 7 erebî ne û 5 jî kurdî ne. Wekî Qadir Sabir behs kir, wisa lê hatiye ku li ti dibistaneke kurdî hejmara xwendekaran ji 80 xwendekaran ne zêdetir be: “Lê li dibistanên erebî cihê rûniştin û wergirtinê nemaye û tijî ne.” Qadir axaftina xwe wiha qedand: “Mamosteyên me jî kêm in. Ji bo xwendina kurdî em neçar bûn yên ku berî 10 salan enstîtuya pîşesazî û çandiniyê xilas kirine, bi qurseke zimanê kurdî bikin mamoste.”
Rudaw
