• Monday, 09 February 2026
logo

Li Tekrîtê Girtî Û Polîs Şer Kirina 18 Polîs Kuştin

Gulan Media September 29, 2012 Nûçe
Li Tekrîtê Girtî Û Polîs Şer Kirina 18 Polîs Kuştin
Çavkaniyek ji hêzên Polîs yên li Tekrîtê ragihand ku, şeva derbasbûyî di nava Girtîgeha Tekrîtê de di navbera Girtî û gardiyanan de pevçûn derketiye û di encam de 18 Polîs canê xwe ji dest dane.

Çavkaniya han eşkere kir ku, şeva derbasbûyî, Girtiyên Girtîgeha Tekrîtê êrîş kirine ser gardiyenên Girtîgehê û hijmareke zêde ji Girtiyan ji Girtîgehê reviyane.

Çavkaniyên Polîs ev yek jî eşkere kirin ku, di navbera Girtiyan û Pasewanan de şer qewmiye û di encam de 18 Polîs canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 27 polîsên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên herwiha eşkere kirin girtî û Terorîstîn ku, reviyane tevahiya dosiye û belgeyên heyî yên li Girtîgehê de jî şewtandine.
Top