• Monday, 09 February 2026
logo

Li Efrînê çeteyan êrişî xelkê kir: 3 kes mir

Gulan Media September 28, 2012 Nûçe
Li Efrînê çeteyan êrişî xelkê kir: 3 kes mir
Li bajarê Efrînê komek çeteyên çekdar, êrîşî mala endamên Komîtiya Parastina Sivîl kirin. Di encama pevçûnê de, 2 çete û endamekî parastina sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ANF, komeke çeteyên çekdar li gundê Îska yê girêdayî Navçeya Şêrawa ya Efrînê, saet di derdora 10.00'an de êrîşî mala Endamê Komîteya Parastina Sivîl Elî ku paşnavê wî nehat zanîn kirin. Di encama êrîşê de pevçûn derket û ji êrîşkaran 2 kes mirin. Di pevçûnê de Endamê Komîteya Parastiya Sivîl Elî jî jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku kesên bi navê Ciger û Zubeyr ku di pevçûnê de mirin û wekî endamên Komîteya Parastina Sivîl hatibûn ragihandin jî, ji koma êrîşkar in.

Hate hînbûn ku ev komên çeteyan çek, pere û taLîlamtan ji Tirikiyeyê digirin û girêdayî Selah Bedrettîn ku niha li Tirkiyiyê rudine ne. Heman çetan çend roj beriya niha jî, dîsa li Şêrawa êrîşî mala welatiyekê kiribû û di encamê de kesek birîndar bibû. Tê gotin ku Partiya Azadî jî piştgiriyê dide van çeteyan.

Selah Bedrettîn Serokê Partiya Îttîhat Eşşam a li Rojavayê Kurdistanê bû. Piştre demekê çû Iraqê û di bin parastina rejîma Sedam de ma. Piştre jî demekê li Başurê Kurdistanê ma û herî dawî jî çû Tirkiyeyê.

AKnews
Top