• Monday, 09 February 2026
logo

Ocalan: Bo aştî û çareseriyê çi ji destê min bê ezê bikim

Gulan Media September 28, 2012 Nûçe
Ocalan: Bo aştî û çareseriyê çi ji destê min bê ezê bikim
Serokê PKK, Abdullah Ocalan, di hevdîtina digel birayê xwe, Mihemed Ocalan de got, bo aştî û çareseriyê çi ji destê wî were dê bike.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyet ya Turkiyê, biryarê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan, roja 21 Îlona îsal çû zîndana Îmrali û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeyê, Mihemed Ocalan, diyar kir, rojeva herî girîng ya Ocalan, şer û pevçûnên vê dawiyê yên navbera artêşa turk û gerîlayên PKK de bûye û wiha axivî:

“Ocalan êdî naxaze ne esker ne jî gerîla bimirin.”

Tê zanîn, zêdetirî salekî bû ne malbata Ocalan ne jî parêzerên wî nikarîbûn bi wî re hevdîtin bikin û ev jî bibû sedema hinek fikaran.

Serokwezîrê Turkiyê, Erdogan jî gotibû, li ser daxaza birayê Ocalan û ji ber fikarên ku “miriye û kuştine”, biryar hat dayîn, birayê Ocalan serdana wî bike.

Di çend rojên borî de, rayedarên Turkiyê daxuyaniyên girîng li bara destpêkirina hevdîtinan digel PKK û Abdullah Ocalan didin.

AKnews
Top