• Monday, 09 February 2026
logo

Li Devera Balakatê Nexweşiya Antrax Belav Bûye

Gulan Media September 28, 2012 Nûçe
Li Devera Balakatê Nexweşiya Antrax Belav Bûye
Şîniyên Devera Balakatê ragihandin ku, zêdetirî ji Mehekiye nexweşiyek bi navê nexweşiya Antrax di nava sewal û ajelên wan de belav bûye û di encam de hijmareke zêde sewal û ajelên Şîniyên Deverê mirine.

Şîniyên Deverê eşkere kirin ku, niha ev nexweşiya han bo mirovan jî hatiye weguhastin û di Gundê Mêrge ya li Devera Balakatê de çend welatî rastî vê nexweşiya han hatine.

Şîniyên Deverê eşekere kirin ku, ev welatiyên han ewin ku, sewalên wan ev nexweşiya han girtibûn û piştre wan ser jê kirine û goştên wan xwarine.
Top