• Monday, 09 February 2026
logo

Parlamento û hikûmeta Kurdistanê fûtbolê bilîz in

Gulan Media September 28, 2012 Nûçe
Parlamento û hikûmeta Kurdistanê fûtbolê bilîz in
Bi amadebûna Aram Ehmed wezîrê şehîd û enfalkiriyan û Kawe Mehmûd wezîr rewşenbîrî û gêncan yên hikûmeta herêma Kurdistanê û Seid Xalid koordînatorê hikûmet û parlamnetoya Kurdistanê, Şêrdil Tehsîn nûnerê parlamentoya Kurdistanê û Bextiyar Caf rêvebirê giştiyê dîwana wezareta şehîd û enfalkiriyan, li bajarê Hewlêrê duhî roja 27.09.2012ê, komîteya amadekariya lîstika futbolê ku, biryare di navbera parlamento û hikûmeta Kurdistanê de bê lîstin civiya.

Di destpêka civînê de Aram Ehmed wezîrê şehîd û enfalkiriyan behsa datayên hizira lîstika navbera parlamento û hikûmetê, armanca wê yariyê û bernameyê karî kir û ji bona diyarkirina wext û cîyê lîstikê û amadakryên din çend biryar girtin.

Her div ê civînê de ji bona amadekariyên ragehandinê, dahat û çend pirsên din komîteyên taybet hatin pêkanîn ku, di anva heftiyekê de post, kartên vexwandinê, biletên yariyê, merasima destpêkê û merasima dawiya yariyê û peywendîkirin bi aliyên lîstikê sponser dikin amade bikin.

Weke tê zanîn serokwezîrê Kurdistanê berî heyamekî pêşniyar kiribû ku, parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê li hember yek lîstika futbolê bilîz in û dahatiniyê wê jî bo funda alîkariya malbatên şehîdan be.
Top