Parlamento û hikûmeta Kurdistanê fûtbolê bilîz in
Di destpêka civînê de Aram Ehmed wezîrê şehîd û enfalkiriyan behsa datayên hizira lîstika navbera parlamento û hikûmetê, armanca wê yariyê û bernameyê karî kir û ji bona diyarkirina wext û cîyê lîstikê û amadakryên din çend biryar girtin.
Her div ê civînê de ji bona amadekariyên ragehandinê, dahat û çend pirsên din komîteyên taybet hatin pêkanîn ku, di anva heftiyekê de post, kartên vexwandinê, biletên yariyê, merasima destpêkê û merasima dawiya yariyê û peywendîkirin bi aliyên lîstikê sponser dikin amade bikin.
Weke tê zanîn serokwezîrê Kurdistanê berî heyamekî pêşniyar kiribû ku, parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê li hember yek lîstika futbolê bilîz in û dahatiniyê wê jî bo funda alîkariya malbatên şehîdan be.
