Rojavayê Kurdistanê ji bo vemirandina şerê alan logo hildide
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed ku wekî Bavê Saber jî tê naskirin, ji Rûdawê re ragihand: “Wekî pêngava yekemîn ji bo cîbicîkirina Peymana Hewlêrê, duhî, logoya DBK li tevahiya navçeyên bajarê Kobanê hat hildan û em hêvîdar in ew peyman li tevahiya bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê bê bicihkirin.”
Bavê Sabir wiha axivî: “Logoya DBK weke semboleke yekrêziya gelê kurd e neku weke ala ye. Ew ala ku di şoreşa Agirî de li bakur û li komara Kurdistanê li rojhilat û vêga jî li Herêma Kurdistanê hatiye bilindkirin, ala Kurdistanê ye û li tevahiya bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê tê hildan.”
Navbirî bal kişand ser redkirina ala Kurdistanê ji aliyê PYD û got: “Di şûna ala Kurdistanê de, PYD aleke nû ji xwe re hilbijartiye û li deverên ku li wan serdest in wê alê bilind dikin, me jî bi mebesta bihêzkirina yekrêziya kurdan logoya DBK wekî nîşaneke hevbeş hilda.”
Zêdeyî 20 partî û rêxistinên siyasî li rojavayê Kurdistanê hene, ku piraniya wan di nava ENKS û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de, cih digirin.
Piştî hewldanên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo çêkirina hevpeymaniyekê di navbera ENKS û EGRKê de, di 11.07.2012an de, li avahiya serokayetiya Herêma Kurdistanê, Peymana Hewlêrê di navbera ENKS û EGRKê de hat îmzekirin.
Dû re di 24.07.2012an de di civîneke hevbeş de di navbera ENKS û EGRKê li Qamişlo, DBKê hat ragihandin ku yek ji xalên sereke yên Peymana Hewlêrê ye.
PYDê ku aliyê here sereke yê pêkhênera EGRKê ye di pratîkê de piraniya bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê kontrol dike, lewra ev bûye sedemê gazina partiyên ENKSê.
Di civîna dawî ya ENKS û EGRKê de li Hewlêrê, demeke destnîşankirî ji bo bicîkirina tevahiya xalên Peymana Hewlêrê hat destnîşankirin ku di 15.10.2012an de bi dawî tê.
Di 19.07.2012an de hêzên rêjîma Esed ji bajarê Kobanê vekişiyan û hêzên kurdî ji bo cara yekemîn kontrola bajarekî rojavayê Kurdistanê xistin destê xwe û ev bû destpêkek ji bo rizgarkirina piraniya bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê. Niha Peymana Hewlêrê wekî yekemîn bajar li Kobanê tê bicihkirin.
Rudaw
