Rapirsî: Divê dewleta kurdî li Herêma Kurdistanê bê ragihandin
Peymangeha rapirsiyên siyasî ya Kurdistanê, encamên rapirsiya dawî li Herêma Kurdistanê ji raya giştî re aşkere kir.
Serokê peymangeha Kurdistanê, Nesret Sofî, îro di civîneke çapemeniyê de li hotêl Çarçira ya bajarê Hewlêrê, encamên rapirsiyê ji raya giştî re aşkere kir û got, li gorî rapirsiyê, ku bi 2 hezar û 500 kesî re hatiye kirin û ji vê hejmarê tenê 44 form nehatiye tijîkirin.
Sofî, diyar kir, li gorî encamên rapirsiyê, li parêzgeha Hewlêrê, 54.82% algîrê ragihandina dewleta kurdî ne û li hember de 45.18% li dijî wê ne, li parêzgeha Silêmaniyê, 46.42% alîgirê dewleta kurdî ne lê 53.58% li dijî wê ne, li parêzgeha Duhokê jî, 81.21% dixazin dewleta kurdî li herêmê bê ragihandin.
Li gorî encama rapirsiyê, 27.49% ji xelkê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku divê dewleta kurdî ji aliyê serokatiya herêmê ve bê ragihandin, 20.79% dibêjin bila dewleta kurdî ji aliyê parlementoyê ve bê ragihandin û 50.40 jî divê ev yek bi rêya rapirsiya giştî bê kirin, 1.50% ji beşdarvanên rapirsiyê jî bêbersiv mane.
AKnews
