Malikî bo Erdogan: Ez nikarim serdana Turkiyê bikim
Li gorî nûçeya NTV, çend roj berê serokwezîrê Turkiyê ji serokwezîrê Iraqê xwestibû serdana Turkiyê bike.
Serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona El Iraqiye ya Iraqê, ku jêderek nîvfermî ye, got, serokwezîr Erdogan ew vexwandiye Turkiyê û wiha axivî:
“Min nameyek ji birêz Erdogan re nivîsî û spasiya wî kir. Min jê re got ku ji ber ku ezê serdana welatên derve bikim, nikarim vexwana wî qebûl bikim.”
AKnews
