• Monday, 09 February 2026
logo

Malikî bo Erdogan: Ez nikarim serdana Turkiyê bikim

Gulan Media September 27, 2012 Nûçe
Malikî bo Erdogan: Ez nikarim serdana Turkiyê bikim
Hat zanîn, serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, bersiva nerênî daye vexwana serokwezîrê Turkiyê, Recep Tayyip Erdogan.

Li gorî nûçeya NTV, çend roj berê serokwezîrê Turkiyê ji serokwezîrê Iraqê xwestibû serdana Turkiyê bike.

Serokwezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona El Iraqiye ya Iraqê, ku jêderek nîvfermî ye, got, serokwezîr Erdogan ew vexwandiye Turkiyê û wiha axivî:

“Min nameyek ji birêz Erdogan re nivîsî û spasiya wî kir. Min jê re got ku ji ber ku ezê serdana welatên derve bikim, nikarim vexwana wî qebûl bikim.”

AKnews
Top