Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Serokê Bereya Turkmeniya Iraqê kir
Birayê birêz Erşed Salihî Serokê Bereya Turkmeniya Iraqê û Endamê Encûmena Nûneran
Silavên xwedê li bin
Bi mixabinî nûçeya koça dawiya xwedê jê raziya dayika cenabê we gihîşt min. Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê li we û malbata we ya rêzdar dikim û hevbeşê xema we me.
Xwedayê mezin, xwedê jê raziyê bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û wê bi bihûşta fireh şad bike û aramiyê jî bi we hemû aliyek bibexşê û we ji her nexweşî û belayek jî dûr bigre.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26.09.2012
