Serokê Herêma Kurdistanê 49 saliya damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê pîroz kir
Rêzdar Birêveber û Karmendê Nivîsîn û Kedkarên Radyoya Dengê Kurdistanê
Silavekî germ
Li salvegera 49 saliya damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê da, germtirîn pîrozbahiyê li we yên xweşdivî dikim.
Radyoya Dengê Kurdistanê her li destpêka damezrandinê û li qonaxên cûda cûdayan da dengê bilindê heq bêjî û doza rewayê xelkê Kurdistan û Iraqê bûye bi pêkhatên cûda cûdayan ve ku têda peyama xedirlêkiriya wan û doza wan ya rewa digihand bi vê jî bûbû cihê bawerî û şanaziya me hemûyan.
Hêvîdarim îro Êzgeya Dengê Kurdistanê li ser heman bawerî û rêbazê dirêjî bi peyama pîroza xwe bide û li xizmeta cemawerê Kurdistanê da bê.
Bi vê helkeftê silav ji bo wan hemû fermanberên mandûnenasên ku li birêvebirina vê damezrawê pişk û rola wan li qonaxên cûda cûdayên xebat da hebûye ku hinek ji wan şehîd bûn û bi xwîna wan dîroka pir serweriya vê dengê azadîxwazên gelê Kurdistanê tomar kir.
Her şad û serfiraz bin
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27/09/2012
