• Monday, 09 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê dixwaze fêdey ji tecrûbeya pêşkeftiya Koreya Başûr werbigire

Gulan Media September 27, 2012 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê dixwaze fêdey ji tecrûbeya pêşkeftiya Koreya Başûr werbigire
Duhî roja çarşemiyê 26.09.2012ê li bajarê Hewlêrê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Hyon Kîm sefîrê Koreya Başûr yê Îraqê civiya.

Di civînê de ku, berprisê ofîsa sefaretxaneya Koreya başûr a li Hewlêrê û alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn, têkeliyên dualî û ew warên herêma Kurdistanê û Koreya Başûr dikarin bi hev re kar bikin hatin behis kirin. Sefîrê Koreya Bşûr di axavtinrkê de got:

- Herêma Kurdistanê bi lez geş dike û avadanî û nûjenkirin di hemû waran de tê dîtin. Cudahiyek mezin di navbera herêma Kurdistanê û deverên din yên Îraqê de heye. Koreya Başrûr dixwaze zêdetir têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê pêş bixe.

Felah Mistefa di axavtina xwe de tekîd li ser têkeliyên stratejîk yên navbera Kurdistan û Koreya Başûr kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bon geşepêdana herêma Kurdistanê, dixwaze fêdey ji tecrûbeya pêşkeftiya Koreya Başûr werbigire. Mistefa di berdewamiya axavtina xwe de kar û xebatên ajansa Koyka a koreyî ku li herêma Kurdistanê digek wezaretên peywendîdar encam didin bilind nirxandin.

Di mijareke din a civînê de behsa rewşa siyasiya Îraqê, pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexday hat kirin û div ê çarçoveyê de berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê,got ku dive hemû pirsgirêk li gor destûra bingehîn a Îraqê û pabendbûn bi rêkeftinên hatine îmzakirin bên çareserkirin.
Top