• Sunday, 08 February 2026
logo

Ergîn: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin dike

Gulan Media September 26, 2012 Nûçe
Ergîn: Abdullah Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin dike
Wezîrê dadê yê Turkiyê, Sadullah Ergîn, diyar kir, serokê PKK, Abdullah Ocalan bi malbata xwe hevdîtin dike. Ergîn, got, bo çareseriya pirsa kurd, Ocalan jî dê tevlî pêvajoyê bibe.

Wezîrê dadê yê Turkiyê, Sadullah Ergîn, ji televîzyona NTV ya Turkiyê re axivî û diyar kir, serokê PKK, Abdullah Ocalan, bi malbata xwe re hevdîtin dike lê bi parêzeran re hevdîtinê nake.

Ergîn, got, Ocalan bixwe naxaze bi parêzeran re hevdîtin bike.

Wezîrê dadê yê Turkiyê, li bara rexneyên ku li dijî hevdîtinên PKK û MÎTê de ku wek “hevdîtinên Oslo” tên binavkirin de jî got, rexneyên li dijî van hevdîtinan, alîkariya çareseriya pirsê nake, ji ber ku pirsa han gelekî pirsek biêş e û divê herkes bi awayekî berpirsiyar tevbigere.

Ergîn, wiha pêde çû, “Li bara beşdarbûna Abdullah Ocalan di vê qonaxê de, ez tu ferq û cudahiyê nakim. Helbet saziya siyasetê, îstixbarat û burokasiya ewlehiyê de biryar bidin ka çi û kê bikar bînin. Nekirina vê jî kêmasiyek e.”

Tê zanîn, zêdetirî salekî ye Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin nedikir.

AKnews
Top